Yekîtiya Nivîskarên Jenosîde û Enfalê li Başûrê Kurdistan hate avakirin

Li Kerkûkê nivîskarên kurd ji bo komkujiyên li Başûrê Kurdistanê pêk hatine weke jenosîd werin naskirin, bi konferansek Yekîtiya Nivîskarên Jenosîdê îlan kir.

Konferans doh bi amadebûna gelek nivîskararan li Kerkûkê pêk hat.

Di destpêka konferansê de Nivîskar Şêx Sedîq Ehmed axaftinek kir.

Şêx Sediq Ehmed di nirxandinê xwe de balkişand li ser girîngiya Yekîtiya Nivîskarên Jenosîdê û got:

“Ji bo ev kareset di dibistan, zanîngeh û ragihandinê de cih bigre, rolek diyarker dikev li ser nivîskaran.

Ji bo ev karêsata ku li ser kurdan de hatiye, baş were lêkolîn kirin, ji bo em wek jenosîd bidin naskirin ev yekîtî pêwîst e.”

Piştî axaftinê, 160 delege ji bo11 kes weke encûmena bilind were hilbijartin deng bi karanîn û konferans bi diyarkirina rêveberiyê bi dawî bû.

Back to top button