Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Emrullah Acar hat binçavkirin

Li Bakurê Kurdistanê tevî zextên di her aliyî de, rojnamegerî jî ji heman rêjîma faşîst rastî zext û êrişan tê. Herî dawî, nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Emrullah Acar li bajarê Rihayê hat binçvakirin.

Polîsên dewleta Tirk a dagirker duh li Rihayê bi ser mala Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Emrullah Acar de girt.

Hate ragihandin ku polîsan bi îdîaya “endametiya rêxistinê” Emrullah Acar kiriye binçavan.

Di serdegirtina malê de polîsan mala ku Acar lê dima, serûbinî kir û alavên di malê de jî desteser kirin.

Dibe ku îro polîs, Acar ji navenda Polîsan a Rihayê bibin a bajarê Meletiyê.

Ev kirin û zext hemû jî, di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de pêk tên.

Berî du rojan jî tîmên Taybet ên Dewleta Tirk li Şirnexê bi ser malan de girtin û 16 kes kirin binçavan.

Back to top button