Bi hatina zivistanê re rewşa koçberan zehmetir dibe!

Rewşa koçberan berê ji ber ku saziyên alîkariyê ew paşguh kirine xerab e, niha jî zivistan tê û rewş hîn xerabtir dibe.
Ji wan koçberan jî, yên Serê Kaniyê ne ku niha li kampa Waşûkanî dimînin. Ev koçber ji bo pêdiviyên Zivistanê banga alîkariyê li Rêxistinên Mirovî dikin.

Tê de 15 hezar û 191 kes ji koçberên Serê Kaniyê bi cih bûne.

Zivistan tê û rewşa wan a jiyanî xerabtir dibe.

Rêxistinên Mirovî ti alîkariyê pêşkêşî wan nakin.

Tenê bar li ser milê Rêveberiya Xweser e û bi derfetên kêm bi her awayî hewl dide.

Koçber dibêjin ev du sal in, ji dema koçber bûne û heta niha konên wan nehatine guhetin.

Ji bo wê û ji ber ku zivistan jî nêz dibe, bang li rêxistinên Mirovî dikin ku alîkariya wan bikin.

Ji rêveberên kampê Berzan Ebdullah jî ji ber derfetên wan ên kêm û kêmbûna pêdiviyên serkere, banga pêşkêşkirina alîkariyê li Rêxistinên Mirovî kir

Berpirsê Nivîsgeha Karûbarên Penaber û Koçberan li Bakur û Rojhilatê Sûrî Şêxmûs Ehmed jî dibêje “Xemsariya Netewên Yekbûyî dihêle ku nûnerên rêxistinên navneteweyî û mirovî di kampan de erka xwe pêk neynin.”

Back to top button