Di van kêliyan de Konferansa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya 3`yemîn a herêma Cizîrê li Qamişlo bi rêve diçe.
Konferans bi dirûşmeya “Bi têkoşîna jinên azad edaleta civakî pêk tê” hatiye lidarxistin.
Konferans li hola Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê û bi beşdariya 200 delegeyên rêxistin û saziyên jinan ên herêma Cizîrê pêk tê.
Di konferansê de wê endama Desteya Hevserokatiya (PYD) Foza Yusif rewşa li herêmê binirxîne.
Her wiha dê rapora meclisê û rapora werşeya têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan û encamnameya dawîn werin xwendin.
Konferansa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya 2. sala 2018`an li dar ketibû.