Hêzên Hûsî: Di nava 5 mehan de 15 hezar çekdarên me hatin kuştin

Ji sala 2020’an ve çekdarên Hûsî hewl didin bajarê Mearibê bidest bixin.
Li desteka Koalîsyona Erebî ya ji bo hêzên hukûmetê li hemberî wan dibe asteng.
Hêzên Hûsî cara pêşî eşkere kirin ku di nava 5 mehên derbasbûyî de 15 hezar çekdarên wan li Meraribê hatine kuştin.

Ji Adara sala 2015’an ve li Yemenî di navbera çekdarên Hûsî û hêzên hukûmetê de şerê navxweyî dewam dike.

Di nava 7 salên derbasbûyî de çekdarên Hûsî bi desteka Îranê karîbûn beşeke mezin ji axa welat kontrol bikin.

Û tenê bajarê ku di dest hêzên hukûmetê de mayî, Meraib e.

Ji ber ku ev bajar bi dewlemendiya xwe a petrolê tê naskirin, ev saleke çekdarên Hûsî hewl didin kontrol bikin.

Lê ji ber destwerdana Koalîsyona Erebî nikarê vê yekê pêk bînin.

Û di serde jî derbên giran li wan hatin xistin.

Bi taybet ji meha Hezîranê ve..

Wezareta Parastinê ya ji aliyê Hûsiyan ve tê birêvebirin, cara pêşî li wê yekê mukir hat di nava 5 mehên derbasbûyî de 15 hezar çekdarên wan li Mearibê hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, piraniya çekdaran ji ber êrişên hewayî yên balafirên Koalîsyona Erebî mirine..

Herêma Marîb ji ber ku kelha dawî ya di destê hêzên hikumetê de ye, xwedî girîngî ye.

Herêm di warê sotemeniya dîzel û gaza petrolê ya li welat herî zêde tê bikaranîn de dewlemende.

Tevî agirbesta hêzên navneteweyî jî bi mehan e şer didome.

Piştî sala 2014’an paytexta welat Sana kete destê Hûsiyan li welat şereke dijwar destpê kir.

Li aliyekê hêzên hikûmetê ku Erebistana Siûdî piştevanî dike, li aliyê din jî Hûsî hene.

Back to top button