Daristanên Amazon tine dibin

Daristanên Amazonê ya Brezîlyayê tine dibin.
Di nava 15 salên dawiyê de, li daristanê qutbûna herî zêde pêk hat.
Ajansa Lêkolîna Fezayê ya Brerazîlya (Inpe) bi raporekê ragihand ku qutkirina daran di nava salekê de ji sedî 22 zêde bûye.

Daristana Amazon ji bo paqijkirina hewya qirêj ya li cîhanê roleke sereke di leyîze.

Lê ev daristana hersala derbas dibe bi tinebûnê re rûbibû dimîne.

Li gorî daneyên herî dawî yên Ajansa Lêkolîna Fezayê ya Brezîlya (Inpe), di navbera 2020-2021’an de bi qasî 13,235 kîlometre çargoşe qada daristanê ya Amazonê hatiye tinekirin.

Ji sala 2006’an ve, ev windabûna herî zêde ye.

Brezîlya di nav wan welatan de ye ku di Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP26) ku destpêka vê mehê de hat lidarxistin de, soz da ku heta 2030’an rawestîne û berevajîkirina daristanan bide sekinandin.

Li daristanên Amazonê bêtirî 3 milyon cureyên nebat û heywanan hene.

Nêzîkî milyonek xwecihî jî li daristanan dijîn.

Wezîrê Jîngehê yê Brezîlyayê Joaquim Leite got,

Ev dane kêşeya ku em pê re rû bi rû dimînin nîşan dide.

Divê em li dijî van sûcan çalaktir bin.

Wezîr Leite her weha hişyarî da ku dane çend mehên dawî nagire.

Di dema Serokdewlet Jair Bolsonaro de qutkirina darên li Amazonê zêde bû.

Jair Bolsonaro kesek e ku çandinî û madenê li daristanan pêş dixe.

Bolsonaro berê li dijî daneyên Inpe derketibû û ajansa lêgerîna fezayê ya Brezîlyayê sûcdar kir ku hewl dide welêt bêrûmet bike.

Di berdêla peymana ku Brazîlya di civîna COP26 an de îmze kirî wê 14 milyar dolar fonên giştî û taybet werbigre.

Beşek ji vê wê ji bo nûvekirina deverên daristanî yên hilweşiyayî, vemirandina agir û piştgirîkirina gelên xwecî yên li welatên pêşkeftî were xerc kirin.

Back to top button