Biden: Em boykotkirina Olîmpiyata li Pekînê gotûbêj dikin

Piştî hevdîtina qaşo dostane ya di navbera serokên Amerîka û Çînê de, Waşîngton têkildarî Olîmpiyata li Pekînê helwesteke balkêş nîşan da.
Serokê Amerîkayê Biden, diyar kir ku dibe ew di warê dîplomtîk de olîmpiyatê boykot bikin.
Çîn jî li dijî wê yekê ye ku mijara olîmpiyatê were polîtîxekirin.

16’ê Mijdarê bi rêya vîdeo-konferansê di navbera serokê Amerîkayê Joe Biden û yê Çînê Xi Jinping pêk hat.

Piştî hevdîtinê herdû aliyan peyamên erênî û dostane dan.

Lê helwesta dawî ya serokê Amerîkayê berovajî vê yekê hate şîrovekirin.

Biden doh dema hevdîtina li ser serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau behsa mijara Olîmpiyata Zivistanê ya li Pekî kir û got;

Em boykotkirina olîmpiyatê di warê dîplomatîk de gotûbêj dikin.

Li gorî Rojnameya Washington Postê, wê Amerî bêyî nûnerên xwe ên fermî, tenê bi lîstikvanên xwe beşdar bibe.

Olîmpiyata behsa wê tê kirin wê Sibata 2022’an pêk were.

Lê berovajî yên berê wê vê carê bê amadebûna temaşevanên biyanî be..

Rêveberiya pekînê bersiv da Biden:Ya were kirin binpêkirina rihê Olîmpiyatê ye

Wezareta Karê Derve a Çînê bi daxuyaniyekê bersiv da helwesta serokê Amerîkayê.

Berdevkê wezaretê Zhao Lijian In (Çaw Lîjiyan În) nerazîbûn nîşanî meseleya boykota dîplomatîk da û got;

Polîtîzekirina sporê li dijî rihê Olîmpiyatê ye. Ev yek wê bandoreke xerab li berjewendiyên welatan bike.

Di heman demê de binpêkirina rihê soprê ye jî.

Back to top button