Belarûsê kapam li sînor vala kir

Doh bi qasî 420 koçberên li sînorê Belarsû û Polonyayê asê mabûn, vegeriya Başûrê Kurdistan û Iraqê.
Lê hê jî bi hezaran kes di nava şertên dijwar de li herêmê ne..
Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî eşkere kir ku heta niha 10 koçber jiyana xwe ji dest dane.
Almanya jî careke din ragihand ku ew ê deriyên xwe ji bo koçberan veneke.
Di rewşeke wiha de Belarûsê jî kampa ku li ser sînor avakiribû vala kir.

Li herêmeke nêzî deriyê sînor ê Bruzgî, hukûmeta Belarûsyayê ji bo 2 hezar koçberî kon vedabûn.

Wezareta Parastinê ya Polonyayê îdîa kir ku ji ber sorkirina Belarûsê, kesên di wê kampê de bi keviran li wan dane.

Polîsên polonî jî li hemberî wan bombeyên gaz bikar anîn û derdora 100 kesî kirin bin çavan.

Piştî vê aloziyê, Belarûsê ragihand ku wan kampa li ber deriyê sînor vala kirine û koçberên tê de li embareke lojîstîkê bicih kirine.

Polonyayê jî valakirina kampê piştrast kir û got;

Ew koçber hê jî li nêzî sînor in. Hin kom ji wan hewl didin ji deverên cûda derbasî nava axa me bibin.

Bi van kirinên dawî re zor û zehmetiyên koçberan jî zêdetir dibin.

Lê li gel vê yekê jî bi hezaran kesên li herêmê asê mane hê jî dest ji hêviya derbasbûya nava Yekîtikya Ewrûpayê bernedane.

Hukûmeta Alman: Tenê em ê alîkariya mirovî bi koçberan re bikin

Di vê navberê de hukûmeta Almanya têkildarî agahiyên ku wê derdora 2 hezar koçberî qebûl bike daxuyaniyek da.

Wezîrê Karê Hundir Horst Seehofer (Horst Zî-hofer) diyar kir ku ti planeke wan a wjiha tine ye û got:

Agahiyên wiha ne rast in. Weke Almanya em ê tenê alîkariya mirovî bi koçberan re bikin. Dûbare dibêjin, em ê wan koçberan qebûl nekin.

Xaça sor a Navneteweyî: Heta niha 10 koçber li ser sînorê Polonya û Belarûsê mirine

Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî jî li bajarê Cinêvê li ser rewşa koçberan daxuyanî da..

Li gorî daneyên rêxistinê;

Heta niha ji koçberên asê mane 10 kesan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest daye.

Di nava wan de zarokek 14 salî jî heye..

Derdora 430 kes vegeriyan başûrê Kurdistan û Iraqê

Li aliyê din ji ber şertên dijwar, bi qasî 430 koçberên ji Başûrê Kurdistan û Iraqê vegeriyan warên xwe.

Koçber bi rêya balafirek Iraqî ji Mîskê rabûn û doh êvarê li balafirgeha Hewlêrê danîn..

Back to top button