Reşkov: Tirkiye destwerdana hilbijartinan kiriye

Piştî welatên Rojhilata Navîn, niha Tirkiye destwerdanê li nava welatên Ewropa jî dike.
Bulgarîstanê, Enqere bi destwerdana di hilbijartinê de tewambar kir.
Li dijî van kirinan jî xwepşandan hat lidarxistin.

Wezîrê Karên Hundir ê Bulgarîstanê Boyko Raşkov, Tirkiye bi destwerdana karên navxweyî yên weşat di hilbijartinên Serokomarî û Parlamentoyê yên 14’ê Mijdarê de sûcdar kir.

Wezareta Karên Derve ya Bulgaristanê doh, balyozê Tirkiyê yê li Sofyayê vexwend wezaretê û got:

“Bulgarîstan çaverê dike ku saziyên Tirkiyê di tûra duyem a hilbijartinan de, bi awayekî kategorî xwe ji kiryarên propagandayî û peyamên siyasî yên derbarê proseya hilbijartinan li welatê me dûr bigrin.”

Partiya kêmneteweya Tirk DPS li Bulgaristanê di hilbijartinên parlemanî yên li welat bêtirî 87 hezar dengên ji derve bidest xist.

Hema bêje hemû deng ji navendên dengdanê yên li Tirkiyê hatin, ku dengdan bi beşdariya zêde ya welatiyên Tirkiyê ku xwediyê pasaporta Bulgaristanê jî ne, hat kirin.

Li dijî destwerdanên di hilbijartinê de, bidehan kes li ber balyozxaneya Tirkiye ya li paytext Sofiya kom bûn.

Back to top button