Putin: Welatên rojavayî aloziya li sînorê Ukrayna zêde dikin

Li sînorê Ukraynayê metirsiya tevgera leşkerên Rûsya welatên Rojavayî ji xistiye fikaran.
Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin diyar kir ku Rojava bi tetbîqatên leşkerî yên li Deryaya Reş û alîkariya çekan a ji bo Kîevê aloziyê zêde dike.

Putin got;

Balefirên bombebaranê yên rojavayî 20 mîl ji sînorê me dur difirin.

Putin di axaftina xwe ya li Wezareta Karên Derve de wiha got:

“Hevkarên me yên rojavayî bi dayîna çekên nûjen ên kujer ên Kîevê û tevgerên provokatîf ên li Deryaya Reş, rewşê hîn dijwartir dikin.”

Serokdewletê Rûsya diyar kir ku gotinên wî yên li ser xeta sor nayên hesibandin û ev tişt anî ziman:

“Balafirên bomberdûmanên welatên rojavayî 20 mîl ji sînorê me dur difirin.”

Putin ev çend roj in fikarên xwe yên derbarê tetbîqatên Amerîkayê yên li Derya Reş tîne ziman.

Welatên rojavayî îdia dikin ku Rûsya di van rojên dawî de li ser sînorê Ukraynayê çalakiyên xwe yên leşkerî zêde kiriye.

Waşîngtonê hişyarî dabû Moskowê ku li komara Sovyeta berê “şaşiyeke din a cidî neke”.

Back to top button