Plêa 4’an ya korona li Ewrûpayê bi bandor e

Ji ber pêla 4’an a vîrûsa Koronayê, welatên Ewrûpayê di rewşa alarmê de ne.
Hukûmeta Awusturya ji roja Duşemê vê li ser asta welat qedexeya giştî ya tevgerê ragihand.
Almanya jî piştî zêdebûna pêketiyên rojane, şidandina tedbîranm gotûbêj dike.

Hukûmeta Awustuyayê beriya çend rojan bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa Koronayê, biryara qedexeya derketinê eşkere kiribû.

Ev biryar tenê ji bo wan kesên derziyên li dijî vîrûsê lixwe nedabûn hatibû ragihandin.

Lê tevî vê yekê jî di hejmara pêketiyên nû de kê kêmbûn çênebû.

Ji ber vê çendê hukûmetê biryareke nû da.

Serokwezîr Alexander Schallenberg (Aleksander Şalenberg) diyar kir ku ji roja Duşemê ve wê karantînaya giştî destpê bike.

Bi vî awayî wê welatî nikaribin ji malên xwe derkevin

Schallenberg anî ziman ku piştî 10 rojan ji destpêkirina karantînayê, ew ê careke din rewşê binirxînin û li gorî wî biryarê bidin.

Serokwezîr li wê yekê mukir hat ku wan nekarî beşeke ji civaka welat qani bikin da ku derziya li dijî vîrûsê lixwe bidin.

Almanya: Hejmara pêketiyên rojana di asta rekorê de ye

Yek ji welatên Ewrûpayê ku pêla 4’an a vîrûsê zêde bandor lê kir Almanyaye.

Piştî civîna serokwezîr Merkel û lîderê 16 eyaletan, weke gava pêşî biryar hate dayîn ku tevgera kesên derzî lixwe nedane were sînorkirin.

Li gorî vî wê destûr neyê dayîn ku ev kes derbasî navendên gelemperiyê bibin.

Merkel encama dawî weke rewşeke dramatîk binav kir û got, divê bi awayekî lezgîn pêşî li belavbûna vîrûsê were girtin.

Back to top button