Dewleta Tirk zêdetirî 150 çeteyên din şand lîbyayê

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR`ê ragihand ku komeke nû ya çeteyên dewleta Tirk, ku hêjmara wan zêdeyî 150 kesî pêk tê gihîşte Lîbyayê.

Tevî bangewaziyên navneteweyî yên ji bo derketina hemû hêzên biyanî, nexasim bi nêzîkbûna hilbijartinên Lîbyayê re, dîsa jî dewleta Tirk çeteyan dişîne Lîbyayê.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku komeke din a çeteyên dewleta Tirk ku ji zêdetirî 150 çeteyên Feylaq El-Mecid, Sultan Murad, Ferqet El-Hemze û Artêşa Nîştimanî ku ji Tirkiyê bi rê ketin, gihaştine Lîbyayê.

Di 16’ê Mijdarê de komeke çeteyên dewleta Tirk a ji 140 çeteyan pêk dihat, ji axa Lîbyayê derketibû û dewleta Tirk ew gihandibûn Sûriyê.

Hat diyar kirin ev koma ku îro gihaştiye Lîbyayê, li şûna wê komê hatiye bi cih kirin.

Back to top button