Şêx Hisên Sada: Dewleta Tirk beriya Kurdan, Ereban dike hedef

Nerazîbûna gelên herêmê ya li dijî êrişên dewleta Tirk ya dagirker zêde dibe.
Şêxê eşîra Sada li Sûriyê û Iraqê Şêx Hisên Sada dibêje “Li hember êrişên dewleta Tirk ew dev ji axa xwe bernadin”.
Şêx Hisên dibêje eger dewleta Tirk êrişî herêmê bike ew ê bi mezin û biçûkan li dijî wê şer bikin.
Endamê Komîteya Navendî ya Partîya Demokrat a Kurdî ya Sûrî Gêlo Îsa jî da zanîn ku ji bo têkbirina şerê taybet yê dewleta Tirk, divê civak piştgirîyê bide Rêveberîya Xweser.

Hêrs û nerazîbûna gelên bakur û rojhilatê Sûriyê yên li dijî êrişên dewleta Tirk ya dagirker roj bi roj zêde dibe.

Têkildarî gef û êrişan Şêx ê eşîra Sada ya Iraq û Sûrîyê Şêx Hisên Sada ji ANHA’yê re axivî û diyar kir dewleta Tirk berîya berîya Kurdan, êrişî Ereban dike.

Sada bal kişande ser dagirkerîya Dewleta Tirk û got:

”Bi hemû hêza xwe hewildidin ku bi erêkirina Rusya û Emerîkayê, bi çeteyên xwe yên bi nasnameya Sûrî şerê me bikin.

35 hezar çete bi çek kirina û dixwazin wan bera heremên me bidin.”

Şêx Hisên Sada: Em bi zarokên xwe bawerin ku dê axa xwe biparêzin

Şêx Hisên Sada diyar kir ku divê her kesên li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê beşdarî şerê gelê şoreşgerî bibin û destekê bidin hêzên xwe yên parastinê û deverên ku hatine dagirkirin, rizgarbikin.

Şêx Hisên Sada di dawîyê de piştevanîya xwe ya ji bo QSD’ê anî ziman wiha bi dawî kir:

”Em pişta xwe didin zarokên êşîran, em bi hêza wan a parastinê û lehengîya wan bawerin.”

Gêlo Îsa: Ji bo vala derxistina vî şerî, divê piştgirîya Rêveberîya Xweser bikin

Li dijî şerê taybet yê dewleta Tirk a li dijî heremê jî, Endamê Komîteya Navendî ya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S) Gêlo Îsa jî da zanîn, ji bo vala derxistina şerê taybet divê gel piştgirîyê bide Rêveberîya Xweser.

Gêlo Îsa da zanîn dewleta Tirk bi awayek berçav şerê taybet dimeşîne û dixwaze civaka li vir bi xwe bin kontrola xwe.

Îsa dîyar kir ku dewleta Tirk sixûran li heremê belavkiriye û da zanîn ku divê ew li hember vê yekê hişyar bin.

Gêlo Îsa bang li civaka Bakur û Rojhilatê Sûrîyê kir û got:

”Parastina xwe bikin û şîyar bin. Hevgirtina xwe xurt bikin. Sazî û dezgehên çapemenîyê yên Rêveberîya Xweser esas bigrin û piştgirîya şoreşa xwe bikin û biparêzin.

Ev yek weke girêdana mirov bi axê re ye. Ji ber ku em bi vê rêyê dikarin li hember êrişan bisekinin û bi ser bikevin û dijmin vala derxînin.

Back to top button