
Şaxê Komeleya Mafên Mirovan ya Amedê ji bo Roja Zarokan ya Cîhanî eşkere kirin ku di nava deh salan 228 zarok ji hêla polîsên Tirk ve hatine kuştin. Komîsyona Zarokan a HDP’ê, jî derbarê 20’ê Mijdarê Roja Zarokan a Cîhanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku li Tirkiyeyê 2 milyon zarok tên xebitandin û 896 zarok jî di girtîgehan de ne.
Komeleya Mafê Mirovan ÎHD’ê ya Amedê binpêkirin mafên zarokan ên di navbera 2011- 2021’an bi daxuyaniyekê eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniyê 228 zarok hatine kuştin.
Ji van 30 zarok temenê wan di nava yek rojî heya 5 salî de ne.
64 jê bi guleyên hêzên leşkerî yên Tirk hatine kuştin 62 ji ber teqînên bombeyan.
Navenda Mafê Zarokan a Baroya Izmîrê jî li navenda navçeya edliyê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin;
”Çawa ku heta niha li dijî îstîsmar û binpêkirina mafên zarokan têkoşiyan em ê ji niha û şûn de jî têbikoşin û dozên li ser van mijaran hatine vekirin bişopînin.”
Komîsyona Zarokan ya HDP’ê: Li Tirkiyê 2 mîlyon zarok tên xebitandin, 896 zarok jî di girtîgehan de ne
Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Navenda Giştî ya Partiyê, derbarê 20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê de civîna çapemeniyê li dar xist.
Di civînê de Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz û Endama Komîsyona Zarokan a HDP’ê Nûray Turkmen axivîn û avakirina Komîsyona Mafê Zarokan a HDP’ê ragihandin.
Huseyîn Kaçmaz diyar kir li gorî daneyên fermî li Tirkiyê nêzî 2 milyonan zarok dixebitin. tevî ku xebitandina zarokan qedexe ye jî ji bo astengkirina xebitandina zarokan tu tiştek nayê kirin.
Di dawiya axaftina xwe de Kaçmaz, kuştina zarokan û êşkenceya ku li wan tê kirin jî bi bîr xist û têkildarî mijarê ev nirxandin kirin:
“345 zarokên temenê wan di navbera 0-6 salan de bi dayikên xwe re girtî ne. Her wiha 60 ji wan keç bi giştî hezar û 896 zarok li girtîgehan tên ragirtin. Tundî, îşkence, tacîz û mehmeleya xebar li zarokan tê kirin”.