3’emîn konfransa Meclisa Jinê ya Edaleta Civakî li Qamişlo dest pê kir

Îro li bajarê Qamişlo 3’emîn konfransa Meclisa Jin ya Edaleta Civakî li Herêma Cezîrê hat li darxistin. Di konferansê de jinên ku axivîn diyar kirin armnca wan ya sereke avakirina civakeke adil û bi exlaq e.
Her wiha bang li hemû jinan hat kirin ku ji bo azadiya hemû jinan û bi taybetî jinên li herêmên dagirkirî têkoşîna xwe bilind bikin.

Konferansa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya 2. sala 2018`an li dar ketibû.

Konferansa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya 3`yemîn a herêma Cizîrê li Qamişlo, bi dirûşma “Bi tekoşîna jinên azad em ê edaleta civakî bi ser bixin” hat li darxistin.

Konferans li hola Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê û bi beşdariya 200 delegeyên rêxistin û saziyên jinan ên bakur û Rojhilatê Suriyê pêk hat.

Di konferansê de endama Desteya Hevserokatiya (PYD) Foza Yûsif rewşa li herêmê nirxand.

Her wiha rapora meclisê û rapora werşeya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û encamnameya dawîn hatin xwendin.

Rêveberiya Meclisa Jinê ya Edaleta Civakî ya Kantona Qamişlo Henîfa Muhemed nirxadin kir.

Her wiha li ser navê Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê, li ser navê Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Aynur Zêd Paşa hevseroka Meclîsa Edaletê ya herêmê cizîrê jî têkildarî giringiya rola jin di edaletê de wiha anî ziman:

Di konferansê de biryarên giring ji bo xebatên du salên nû hatin girtin.

Her wiha meclîsek nû hate hilbijartin û xelat hatin belav kirin.

Back to top button