Bavê du lehengan îro ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da

Kesayetê welatparêz Ismet Çaçan ê bi bavê Mistefa tê naskirîn îro li bajarê Qamişlo koça xwe ya dawî kir .

Ismet Çaçan ku di nava xelkê Qamişloyê de bi Bavê Mistefa tê naskirin, ji beriya salekê derman dibû, îro li bajarê Qamişloyê jiyana xwe ji dest da.

Bavê Mistefa sala 1941`an li Qamişloyê ji dayîk bûye. Kesayetek welatparêz û li herêmê navdar e.

Ji kesên destpêkê bû ku sala 1985`an Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas dike. Heta roja dawîn a emrê xwe têkoşiya.

Du kurên Ismet Çaçan, Mistefa (Ferhad) û Ebdulkerîm (Kurdo) di salên 90`î de li çiyayên Kurdistanê şehîd bûne.

Ismet Çaçan bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye û bi helwestên xwe yên welatparêz tê naskirin. Her wiha roleke pêşeng di çareserkirina pirsgirêkên civakî de lîst.

Cenazeyê Bavê Mistefa îro li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo hat oxir kirin.

Back to top button