Kujerên Şukrî Serhed nayên eşkerekirin

Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê di hefteya 7’emîn de bi beşdariya gelek welatiyên Silêmaniyê li taxa Çarçira ya ku Şehîd Şukrî Serhed lê şehîd bibû daxwaza eşkerekirina kujeran kirin.

Di 17’ê îlona 2021’an de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed li bajarê Silêmaniyê bû hedefa guleyên endamên MÎT’a Tirk.

66 roj bi ser şehîdkirina Yasîn Bulut re derbas bûn. Lê heta niha jî kujer nehatine girtin.

Belgeyên ku dihat gotin wê werin eşkerekirin jî, bi raya giştî re nehatin parvekirin.

Îro jî bi dehan malbatên şehîdan, çalakvan û welatiyên Silêmaniyê di hefteya 7’emîn de carek din, li cihê ku Şukrî Serhed lê hatî qetilkirin kombûn û xwestin kujer bên eşkerekirin.

Back to top button