Tevgera Xwendekarên Demokratîk konferansa xwe li dar xist

Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Cizîrê, bi beşdariya bi sedan delege, yekemîn konferansa xwe li bajarê Qamişlo li dar xist. Di konferansê rewşa siyasî ji aliyê endamên Desteya Hevserokatiya PYD’Ê Foza Yûsiv û Aldar Xelîl hate nirxandin û kar û xebatên tevgerê yên salekê û rêziknameya wê hatin nîqaşkirin.

Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Cizîrê, di dirûşma “Em ê Bi Ciwantî Şerê Gel ê Şoreşgerî Bi Rêxistin Bikin, Şoreşa Xwe Ava Bikin” konferansa xwe li Hola Mûsa Anter a li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo li dar xist.

Di konferansê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan jî amade bûn.

Li ser navê Meclisa Rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger Harûn Apoyî axivî û lidarxistina konferansa yekemîn li xwendekaran pîroz kir.

Harûn Apoyî destnîşan kir ku di van demên dawî de kesayetên navdar ên cîhanê banga azadiya rêber Abdullah Ocalan dikin.

Harûn Apoyî bal kişand ser planên hêzên dagirker ên li ser herêmê û da zanîn ku ciwanên xwendekar bi rêxistinkirin û têkoşîna xwe dikarin planên dagirkeran têk bibin.

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl jî di konferandê de axivî û rewşa dawî ku herêm tê re derbas dibe niraxand.

Aldar Xelîl da zanîn ku niha gelê herêmê di qonaxa hebûn û tunebûnê de û daxwaza Sûriyeke demokratîk ku hemû pêkhate bi awayekî azad li kêleka hev bijin dike.

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif jî di konferansê de axivî û destnîşan kir ku niha rewşa ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne mîna berê ye, di her qadê de azad dijîn.

Piştî axaftinan sînevîzyoneke der barê kar û xebatên Tevgera Xwendekarên Demokratîk û nirxandinên rêber Abdullah Ocalan hat pêşandan.

Piştre, rapora salekê ya tevgerê bi erebî û kurdî hat xwendin, rêziknameya tevgerê jî hat xwendin û nîqaşkirin.

Di dawiya konferansê de jî hilbijartin pêk hat.

Back to top button