Komîteya şopandinê a niştimanî civîna xwe ya asayî lidarxist

Komîteya Şopandinê ya Kongreya Niştîmanî ya herêmên Cizîrê û Firatê civîna xwe ya asayî li Hesekê li dar xist.
Di civînê de li ser gelek mijaran nîqaş hatin kirin û bîryar hatin girtin.

Civîn bi beşdariya hemû endamên komîteyê, û bi pêşengiya hevseroka MSD’ê Emîne Omer, fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed û hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebd-Elheîd El-Mihbaş hate lidarxistin.

Ev civîna komîteya şopandinê de gelek xalên girîng hatin nîqaşkirin.

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî di civînê de axivî û got avakirina komîteya şopandina nîşana îradeya wan a çareserkirina pirsgirêkên herêmê ye.

Mezlûm Ebdî anî ziman ku bi avakirina komîteyê û destpêkirina xebatên wê gelek pirsgirêkên heyî hatin naskirin û tespîtkirin.

Di civînê de kar û xebatên berê hatine kirin ji hêla hevserokê Meclisa Rêveber a Rêvebeirya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abid Hamid El-Mihbaş ve hatin niraxandin.

Gelek pêşnûme di civînê de hatin pêşkêşkirin, ji nav wan yekkirina rêveberiya dergehan li herêmên Bakur û Rojhiltê Sûriyê.

Back to top button