MÛDIRÎK MONITOR: TIRKIYÊ NAVENDA SEREKE YA DAIŞ E

Piştgirya Dewleta Tirk ji DAIŞ û komên çete re nema tê vaşartin.
Malpera Mûdrîk Monîntor a Swêdî belgeyên Istixbaratî eşkere kir.
Li gorî belgeyê, Tirkiyê cihê herî bi ewle ji bo DAIŞ’ê ye û di gelek bûyeran de AKP’ê û DAIŞ’ê alîkarî bi hev re kirine.

23’ê Adarê QSD’ê DAIŞ têk bir.

Lê belê, piştî têkbirina wê, dosyayên kevin êdî vedibin.

Ev dosya jî, maskeya Dewleta Tirk a dagirker parçe dike û ruyê wê yê xwînxar eşkere dike.

Bi sedan belge derketin ku çawa Dewleta Tirk komên çete yên bi dehan komkujî pêk anîne, ava kiriye û destê xwe li pişta wan xistiye.

Malpera Nûrdîk Mûnîtûr a Swêdî belgeyên nû bi dest xistin.

Tê de eşkere dike ku Tirkiyê navenda DAIŞ’ê û komên terorîst e.

Ev belege jî weke nirxandineke giştî ya MIT’a Tirk e.

Malper dibêje, MIT’ê di 15 Tîrmeha 2016’an ev belge ji Fermandariya Giştî ya Cenedermeyan re şandiye, da ku ji bo hemû navendên têkildar were şandin.

Ev belge eşkere dike ku, çawa Hikûmeta AKP’ê alîkarî bi komên çete re kiriye û heman koman di şanoya darbeya 2016’an de alîkariya Erdogan kirine.

Li gorî belgeyan 4671 Tirk tevlî 69 komên terorist bûne û van koman di şerê li Surî de cih girtine.

Her wiha belge eşkere dikin ku 5 komên terorist li Tirkiyê serbest digerin

Ew jî ev in:

Murad Xîzînalar li Enqere
Xalis Biyankûk li Stenbolê
Mustefa Dokomacî li herêma Semsur
Heyder Kîrkan li parêzgeha Konya
Xidir Îlîbûlû Nuredîn Mûsilî Xan

Li gorî berlgeyan, Cendimeyên Tirk dibêjin 1443 Tirk tevî DAIŞ’ê bûne û li Sûrî şer kirine, lê belê navenda polîsan dibêje 3228 Tirk di nava komên çete şer kirine.

Di belgeyê de, MÎT’a Tirk eşkere dikin ku di navbera 1407 ji çeteyên Tirk tevlî DAIŞ’ê bûne..

Ji sedî 83 ango 1171 zilam in, û ji sedî 17 ango 256 jin in.

Heman belge dide zanîn ku, Bajarê Konya di rêza yekem a şandina çeteyan de cih girtiye..

Konya 135 çete.
Enqere 120
Semsur 57
Amed 57
Kîrikkale 48
Dîlok 43
Qeyserî 42
Edene 40
Çewlîg 37
û Meletî 36

Belgeya Istixabartê fermaneke serçetyê DAIŞ’ê Ebû Bekir Bexdadî ku di Hizêrana 2016’an dabû derdixîne holê.

Bexdadî ji çeteyan xwestibû ku, bila çeteyên Iraqê li şûna yê Sûrî li Tirkiyê bixebitin.

Di heman demê de, gundê Ereb Ize yê nêzî Cerbalusê weke navenda vegera çeteyan ji Tirkiyê re, destnîşan kir.

Belgeya malpera Nûrdîk Mûnîtûr a Swêdî destnîşan dike ku, DAIŞ Tîmên ji 4 heta 8 kesan ava kir.

Aarmanca wê jî, êrîşan li dijî rojnamevanên Sûrî yên li dijî DAIŞ’ê û li dijî Kurdên li Enqere, Stanbol û Izmîr pêk bînin.

Leave a Reply

Back to top button