Bi armanca pêşxistina werzîşa pêşbaziya hespan a kevnar, yekemîn car li bajarê Minbicê pêşbirka hespên erebî yên esîl hate lidarxistin.
Pêşbirk bi diruşma “Hespên me resenbûna mîrase û dîroka me ye”. Pêşbirk ji aliyê Komeleya Hespên Erebî yên Esîl a bajarê Minbicê ve û bi însiyatîfa fermandarê leşkerî yê Ceyş El-Siwar Ebû Elî Berd El-Neîmî hate lidarxistin.
Dema pêşbirk dest pê kir, şêniyên bajarê Minbicê, endamên saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên ji Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê amade bûn.
Destpêkê, ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin.
Gelek siwarên hespan ên ji Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazor bi 35 cûreyên hespên erebî yên esîl beşdarî pêşbirkê bûn.
Pêşbirk ji 5 qonaxan pêk dihat.
Di dawiyê de 3 astên pêşîn ên serkeftî hatin xelatkirin. Asta yekemîn bi 300 hezar lîreyên sûrî, ya duyemîn bi 200 hezar lîreyên sûrî û ya sêyemîn bi 100 hezar lîreyên sûrî hatin xelatkirin.