Rojnamevanên bajarê Kerkûkê bi tundî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk li hemberî gerîlayên azadiyê şermezar kirin.
Artêşa dagirker li herêmên parastina medya ev 6 mehên dawî li gor HPG’ê 323 caran çekên kîmyewî bikar anî.
Rojnamevanên Kerkûkê têkildarî mijarê ji ajansa Firatê re axivîn.
Rojnamevan û Çalakvanê Sivîl Bextiyar Mihemed
Ji bo em Helebçeyek duyemîn jiyan neke, divê ti kes bêdeng nemîne, xwedî helwestbe, taybet jî hikûmeta herêmê û ya Iraqê. Ji bo pêşî polîtîkayên qirkirinê yên Tirkî were girtin tenê helwest jî nebes e divê gavên şêmber were avîtin.
Rojnamewana jin Hawar Faris jî diyar kir ji ber bêdengiya aliyên Kurdî heman senaryoya Helebce vê carê bi destê dewleta Tirk dubare dibe û got:
“Bêdengbûna aliyên siyasî yên Kurd rê dide dijminan ku li her çar parçeyên Kurdistanê êrişê netewa me bikin.”
Rojnamevaneke din ê bajarê Kerkûkê yê bi navê Helmet Hesen jî diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî şer e, divê ti alî li hember vê sûcê bêdeng nemîne.