Bedran Hemo: Bêdengiya hêzên garantor êrişên Tirkiyê rewa dike

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Bedran Hemo dibêje ku binkeftinên dewleta Tirk ên di qada hundirîn û herêmî de dê bibin sedema hilweşandina rejîma wê, her wiha berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûyê qirêj ê dewleta Tirk eşkere kir.

Bedran Hemo da zanîn ku gelê Kurd di şexsê şervanên xwe de, rêya berxwedan û têkoşînê hilbijart, da artêşa Tirk ji hemû parçeyên Kurdistanê derxine û got:

“Artêşa Tirk welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balafirên bêmirov dike hedef mînaka vê yekê Apê yusif gulo û neviyên wî ye, ev jî isbat dike ku dîroka dewleta Tirk tije xwîn e.”

Hemo deştnîşan kir ku Bêdengiya dewletên garantor êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê rewa dike,ev jî tê wateya ku aliyên bêdeng hevkarên wan sûcan in.

Bedran Hemo di dawî de da xwiyakirin ku Heke hemû hêzên faşîst ên cîhanê li pêşberî projeya me bisekinin jî, em ê teslîm nebin.

Back to top button