Piştî, Lîbya, Iraq, Sûrî û Qerebaxê, dewleta Tirk niha hewl dide rewşa Ukraîna jî aloz bike..
Ji ber vê yekê Wezîrê Karê Derve ê Rûsyayê Sergey Lavrov Enqere hişyar kir û got:
Li ser daxwaza welatên Rojavayî, rewşa li Başûr-rojhilatê welat aloz nekin. Ev rewşa xeter wê aramiyê têk bibe.
Têkildarî zêdebûna aloziya li Rojhilatê Ukraînayê, wezîrê karê derve ê Rûsyayê Sergey Lavrov bi rêya telefonê li gel hempîşeyê xwe ê Tirk Mevlût Çavûşoglu axivî..
Derket holê ku Lavrov dema pêwendiyê dewleta Tirk hişyar kiriye..
Li gorî agahiyên hatine parvekirin, hişyariyên ku Mosko dane aliyê Tirk ev in:
Bi daxwaza welatên Rojavayî, aloziya li Başûr-rojhilatê welat sor nekin. Rewş pir xeter e û wê aramiya li herêmê têk biçe.
Divê were zanîn ku ji ber hevkariya leşkerî ya Tirkiye û Ukraîna, Rûsya bi fikar e û rewşê ji nêz ve dişopîne.
Tirkiyê bi tevgera xwe, destekê dide siyaseta şer û Ukraînayê.
Têkildarî heman mijarê, serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn roja Pênşema derbasbûyî, welatên Rojava ji derxistina aloziyê weke berpirsiyar nîşan dabû.
Piştî ku di navbera Mosko û Kîev de alozî derket, dewleta Tirk balafirên şer ên bê mirov firotin Ukraînayê.
Û 26’ê Cotmehê artêşa Ukraîna ev balafir li dijî yekîneyên çekdar ên girêdayî Rûsyayê bikar anîn.
Sala 2014’an li Rojhilatê Ukraîna, di navbera Mosko û Kîevede şer destpêkir.
Di encamê de herî kêm 13 hezar ke hatin kuştin.
Her wiha herêmên Donbas û Kirim ên Ukraînayê, ketin bin kontrola hêzên çekdar ên girêdayî Rûsyayê.