Artêşa Yemenê deverên stratejîk yên Taîz û Hudeyda kontrol kirin

Li Yemenê piştî şerên dijwar artêşê karî deverên stratejîk yên li herêma Taîz û Hûdeydayê kontrol bike.

Berpirsên leşkerî yên artêşa Yemenê di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniya Tirkî de diyar kir ku li dijî herêmên stratejîk yên Taîz û Hudeyda oparasyon pêk anîne.

Hat îdia kirin ku artêşê di oparasyonê de karîn, mîqtareke mezin ji cebilxaneya ku biriya deryayî ji Husiyan re hatîn desteser bikin.

Berpirsê leşkerî diyar kir ku di oparasyonê de bi dehan çekdarên Husî hatin kuştin û birîndar bûne.

Erebe û çekên giran yên çekdaran jî hatin teqandin û bêkêrkirin.

Di vê navberê de herêmên Cebel Omer û El Macher yên dikevin bakurê En Niceybe ku Taîz û Hudeyda biheve girê dide hate kontirolkirin.

Doh cara yekemîn Hûsiyên pişevaniya xwe ji Îranê digre eşkere kirin ku di nava 5 mehên derbasbûyî de, 15 hezar çekdarên wan li Mearibê hatine kuştin.

Back to top button