Şerê navbera Hêzên Hikûmeta Şamê û çeteyan li Idilbê û Hemayê dewam dike

Şerê di navbera Hêzên Hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li Idilbê û Hemayê dewam dike. Hate ragihand ku li dergeha Cabir Nasîb a li ser sînorê Urdinê li başûrê Sûriyê, teqînekê rû da. Doh jî li derdora bajarê Bûkemalê ku bargehên hêzên Îranê li hene teqînên dijwar pêkhatin.

Şerê li Sûriyê û bi taybetî yê li herêmên di bin serweriya hêzên hikûmeta Şamê û herêmên din bi serweriya çeteyên dewleta Tirk de dewam dike.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di navbera hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê û çeteyên dewleta Tirk de, bi çekên giran li Hentûtîn a li çiyayê Zawiye yê li başûrê Idlibê şer qewimî.

Çeteyên dewleta Tirk êriş birin ser herêmên Corîn ên di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de.

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Fetih El-Mûbîn jî îro li gundê Dêr Sunbul ê li ojavayê bajarê Mearet El-Nûman, şer kirin.

Li dergeha Cabir Nasîb a li ser sînorê Urdinê teqînekê rû da

Her wiha çavdêriyhê da zanîn li dergeha Cabir Nasîb a li ser sînorê Urdinê li başûrê Sûriyê, teqînekê rû da.

Hat diyar kirin di encama teqîna bombeyê de ku ji aliyê kesên nenas ve hatibû bicihkirin, gelek kes ku leşker jî di navê de hene, birîndar bûne.

Li derdora bajarê Bûkemalê ku baregehên hêzên Îranê li hene teqîn pêkhatin

Çavdêriyê ragihand ku duh jî li herêma Ketif a li dora bajarê Bûkemal ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê teqînên dijwar rû dan.

Li vê herêmê baregeh û depoyên komên alîgirên Îranê hene, hemwextî vê yekê balafirên nenas li asîmanê herêmê geriyan.

Hate ragihandin ku ji 4 Îlona derbasbuyî de 9 operasyon li dijî nuqteyên komên Îranê hatin pêkanîn.

Di encama van operasyonan de 14 endamên komên alîgirên Îranê hatin kuştin, her wiha zêdetirî 27 kesên nasnameyên cuda birîndar bûn û herî kêm 11 nuqte hatin ruxandin.

Back to top button