PKK: Daxuyaniyên Mesrûr Barzanî nîşan dide bê çima pirsgirêka Kurd heta niha çareser nebuye

Serokê desthilata başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî çend roj berê careke din got, divê gelê rojava têkiliya xwe bi PKK’ê re qut bike.
Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya PKK’ê bersiva Barzanî da û got, “Mesrûr Barzanî yê PDK’î bi devê dewleta Tirk daiaxive. Gelê Rojava wê meydanê nede gefên wiha.”

Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya PKK’ê derbarê daxuyaniyên Mesrûr Barzanî yê PDK’î ku di van rojên dawiyê de kiribû, daxuyanî da.

Komîteya Karên Derve ya PKK’ê diyar kir di vê dema girîng de ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd mezin buye û gerîla li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin, daxuyaniyên Mesrûr Barzanî nîşan dide bê ka pirsgirêka Kurd çima heta niha çareser nebûye.

PKK’ê da zanîn gelê Kurd bi ibret li daxuyaniyên van rojên dawî yên Mesrûr Barzanî yê PDK’yî dinêre û wiha got,

“Ger ev daxuyanî yên ku ji hêla raya giştî ya Kurdistanê ve hatine ditin navê xwe û îmzeya xwe li ser nebûya, teqez wê weke daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk bihata fêhmkirin.”

Barzanî bi devê dewleta Tirk diaxive, gelê Rojava wê meydanê nede gefên wiha

Barzanî bi devê dewleta Tirk diaxive, gelê Rojava wê meydanê nede gefên wiha

PKK’ê bal kişande li ser gotinên Mesrûr Barzanî yên ku digot, “pirsgirêka dewleta Tirk bi Kurdan re nîne, bi PKK’ê re heye, divê Rojava ji PKK’ê têkiliya xwe bibire” û wiha dewam kir,

“Ev gotin, nîşan dide ku bi devê hevkaran, teslîmbûyiyan û bi devê dewleta Tirk diaxive. Dewleta Tirk ev 40 sal in li her deverê û her carê vê dibêje.

Mesrûr Barzanî yê PDK’yî pir sivikiyê li bîreweriya dîrokî ya gelê Kurd û asta hişyarbûna netewî dike. Gelê Kurdistanê dizane bê ka kî dost e, kî dijmin e, kî hevkar e, kî welatparêze.”

Komîteyê diyar kir PDK û Mesrûr Barzanî bi dijminatiya li PKK’ê tenê dijminên Kurdan kêfxweş dike, û zemîna siyasî ya ku li ser dimînin jî ji holê radike.

PKK’ê bal kişande li ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û wiha dewam kir,

“Di têkbirina DAIŞ’ê de PKK bi roleke diyarker rabûye. Gerîlayên azadiya Kurdistanê ji Mexmûrê heta pêş Hewlêrê bi fedayî şer kiriye, nehiştiye ku DAIŞ Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Li Rojava têkçûna DAIŞ’ê bi şehîdbûna bi hezaran gerîlayên azadiyê çêbûye. Gelên Kurd, Ereb, Xiristiyan, Tirkmen û Çeçen di şerê dijî DAIŞ’ê de ji 10 hezarî zêdetir şehîd dane.

Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê ya ku li ser van berdêl û nirxan ava bûyî dizane wê bi kê re û çawa biaxive. Her wiha ne Mesrûr Barzanî gelên Rojava dizanin bê ka wê bi kîjan hêzan re muzakeryan bikin.”

Divê gelê me li dijî nêkîkatiyên rewakirina dagirkeriyê hişyar be û helwesta zelal nîşan bide

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê di dawiyê de derbarê gefên Mesrûr Barzanî de ev nirxandin kir,

“Gelê Rojava ku li dijî mêtingeriya dewleta Tirk û hovîtiya DAIŞ’ê li ber xwe daye, wê meydanê ji gefên erzan re nehêle.

Di pêvajoyeke wiha de divê gelê me li hemberî provakasyon û helwestên meşrûkirina dewleta Tirk ya dagirker hişyar be û xwedî helwesteke zelal be.”

Back to top button