Ciwanên Efrînê ji bo azadiya rêber Apo meşek li dar xist

Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de li navçeya Babinis a kantona Şehbayê meşek li dar xist.

Meş li pêş yarîgeha Babinisê rawestiya û endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Ferîde Hec Ebdo daxuyaniyek da.

Ferîde di daxuyaniyê de got;

Li dijî tecrîd û êşkenceyê berxwedan û têkoşîna mezin heye.

Heta ku em negihêjin azadiya rêber Apo em dev ji vê dozê bernadin.

Back to top button