Jin li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê li dijî tundiyê daketin qadan

Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de jinên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê daketin qadan û peyam dan ku wê li hemberî dewleta mêrserwer li ber xwe bidin.

Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya ser jinê li gelek bajaran çalakî û şahî hatin lidarxistin û li dijî tundiya mêr-dewletê banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.

Komeleya Jinan a Rosayê, li navçeya Sûrê ya Amedê bernameyek li dar xist.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel û gelek jin tevlî bernameyê bûn.

Divê em hem di hêla siyasî de hem jî di hêla têkoşîna mafan de piştevaniyê xurt bikin.Di dawiya bernameyê de jinan bi kilaman re govend gerandin.

Meclisa Jinan a HDP’ê û TJA’yê, li navçeya Şemrexê ya Merdînê bi bernameyekê bi jinan re rûniştin.

Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar tevlî bernameyê bû û diyar kir ku wê dev ji destkeftiyên jinan bernedin.

Platforma Jinan a Dersimê jî li Qada Seyîd Riza wêneyên jinên hatine kuştin û windakirin da pêşandan.

Di nav wêneyên hatin pêşandan de wêneyên Azra Gulendam Haytaoglû, Îpek Er, Pinar Gultekîn, Edanûr Kaplan ku hatine kuştin hene.

Platforma Jinan a Antalyayê, ji bo 25’ê Mijdarê ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şand.

Banga meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin kirin

Hevseroka HDP’ê ya Edeneyê Gulseren Tural ji bo çalakiyên 25’ê Mijdarê bên lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê jî Meclîsa Jinan a HDP û TJA’ê, Melsîa dayîkên Aştiyê çalakiyek li xaçerêya Dortyolê lidarxistin.

Di destpêka çalakiyê de Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît axivî û got heta ku kujerên jinên neyên darezandin wê têkoşîna me dewam bike.

TJA û Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê li Nûnertiya HDP’ê ya taxa Çîmentepe li hev civiyan û çalakiyên di 25’ê Mijdarê de bên lidarxistin nirxandin.

Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê Behiye Yalçin banga tevlîbûna çalakiyên 25’ê Mijdarê kir

Back to top button