Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan a li deriyê Sêmalka a ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe ku hêzên PDK’ê ew şehîdkirine, dewam dike.
Îro Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî çalakiyê bûn û bang li PDK’ê kir ku rêzê ji cenazeyên şehîdan re bigire û wan radestî malbatan bike.
Endamên yekitiyê meşiyan dergeha Pêşxabûr û daxuyaniyek dan.
Daxuyanî bi navê yekitiyê endamê rêveber Diyar Silêman da.
Silêman êrişên PDK’ê yên li ser gerîla û siyaseta PDK’ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de bang li PDK’ê kirin ku cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî radestî malbatên wan bike.