Tevgerên jinên bakur û rojhilatê Sûriyê bernama çalakiyan eşkere kirin

Komîteya Çalakiyên Tevgerên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bernama çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê eşkere kirin. Yekîtiya Jinên Suriyan jî banga tevlîbûna çalakiyên 25’ê Mijdarê li jinan kir.

Komîteya Çalakiyên Tevgerên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Têbikoşe, tundî û dagirkeriyê têk bibe” rêzeçalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê eşkere kir.

Daxuyaniyê li Parka xwendinê ya bajarê Qamişlo bi tevlîbûna bi dehan rêvebir û endamên sazî û dezgehên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin.

Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava, Rihan Loqo ve hate xwendin

Endama Koordînasyona Meclisa Jin ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Jiyan Hisên diyar kir ku ew ê di 20’ê Mijdarê de dest bi rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê bikin.

Bernameya çalakiyên di çarçoveya kampanya yê de wiha ye:

Dayîna semînerên giştî û taybet ji jinan re.

Dayîna semînerên giştî ji bo guhertina zihniyeta mêran.

Vekirina dewreyeke perwerdê ji bo mêran.

Lidarxistina gotûbêjekê li ser înternetê.

Lidarxistina semînereke diyalogê ya giştî derbarê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan.

Lidarxistina platformên giştî û bernameyên Televizyonê.

Nîşandana şano û pantomîman li cihên giştî.

Belavkirina broşuran bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya cîhanî.

Lidarxistina meşên taybet ji bo jinan li hemû kantonan.

Lidarxistina meşên taybet ji bo mêran li hemû kantonan.

Kampanyaya Haştag li ser medyaya civakî.

Yekîtiya jinên Suryan banga bilindkirina têkoşînê di 25’ê mijdarê de li jinan kir

Her wiha Yekîtiya Jinên Suriyan jî bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna çalakiyên 25’ê Mijdarê li jinan kir û got:

Divê tevahî jin bi yek dengê li dijî tundiyê dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.

Back to top button