Dewleta Tirk nifşek bi tevahî ji perwerdeyê bêpar hiştiye

Ji bo Roja Mafên Zarokan ya Cîhanê, Rêxistina Mafên Mirovan daxuyanî da û diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nifşek bi tevahî ji perwerdehiyê bê par hiştiye. Desteya Kar û Barên Civakî û Hîlala Zêrîn ên herêma Efrînê jî ji zarokan re şahiyek li dar xist.

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka rêxistinê Evîn Cûma ve li ber navenda rêxistinê ya li Qamişlo bi amadebûna endamên rêxistinê û hiqûqnasan hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

Zarokatiya ku Neteweyên Yekbûyî di Danezana Mafên Mirovan de hatiye ragihandin, ji ber şeran di rojên xwe yên herî xirab re derbas dibe.

Her wiha hate diyarkirin ku dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nifşek ji perwerdehiyê bê par hiştiye.

Rêxistina Mafên Mirovan piştrast kir ku mafên zarokan pêwîste bi parastineke taybet heye.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû rêxistinên ku bi zarok û zarokatiyê re eleqedar dikin ku erka xwe pêk bînin.

Desteya kar û barên civakî û hîlala zêrîn a Efrînê şahiyek ji zarokan re li dar xist

Desteya Kar û Barên Civakî û Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê jî ji bo roja cîhanî ya zarokan li navenda çand û hûnerê ya navçeya Ehdas a girêdayî Kantona Şehbayê şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de hate gotin ku divê dengê zarokên Efrînê were bihîstin û mafê wan were parastin.

Back to top button