Sûc û kirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî didomin. Vê carê çeteyên dewleta Tirk ji navçeya Cendirêsê ya Efrîna dagirkirî 3 sivîl revandin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê Polîsa Leşkerî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 kes ji navçeya Cendirêsê ya Efrîna dagirkirî bi hincetên derew, revandin.
Çeteyan kesên ku revandine birin cihekî nediyar.
navên kesên ku hatine revandin wiha ne:
Henan Ibrahîm Mewas, Hecî Murad Hecî Hiso û Mesûd Osman Xelo.
MÎT’a Tirk 6 sivîl ji navçeya Raco revandin
Di vê navberê de MÎT’a Tirk ji navçeya Raco ya Efrînê 6 kalemêr revandin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê kesên hatine revandin navên wan wiha ne:
Necîb Halo, Mihemed Hesen, Neşet Kurdî, Samî Henan, Mihemed Hekîm û Mihemed Kolîko.