Ji bo şehîdên ji ber êrişên dewleta Tirk li Kobanê pêşengehek hate lidarxistin

Tevger Ciwanên Şoreşger ya herêma Firatê bi dirûşma “Na ji hedefgirtina welatiyan re” pêşangehek ya wêneyên şehîdên ku di encama êrişên dewleta Tirk de de şehîd bûne, lidarxist.

Pêşangeh ji bo bîranîna kesên ku di encama bombebaranên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk de şehîd bûn hate lidarxistin.

Pêşengeh li hola navenda Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê hate lidarxistin.

Bi dehan ciwan û malbatên şehîdan beşdarî pêşangehê bûn.

Di pêşengehê de ji rêveberên ciwanên PYD`ê ya herêma Firatê Mistefa Sedîq axivî û got: “Dewleta Tirk piştî têkçûna di şerê Ii dijî gerîla de, bi balafirên bêmirov berê xwe daye sivîlan. Dewleta Tirk nikare îradeya gelê herêmê bişikîne.

Bavê şehîd Fîras Mezî, Îbrahîm Mezî jî axivî û diyar kir ewê li ser felsefeya Rêber Apo têkoşîna xwe dewam bikin.

Di dawiyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger wêneyên şehîdan pêşkêşî malbatên şehîdan kirin.

Ji Hezîrana 2020`an heta niha 17 kes di encama bombebarana li ser herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûne.

Back to top button