Li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo şaneyeke çeteyan ku ji 4 kesan pêk dihat tevî belgeyên bi wan re hatin girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li gundewarê navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo, şaneyeke çeteyan ku ji 4 kesan pêk dihat girtine.
Herwiha û hejmareke zêde çek û belgeyên bi wan re jî hatine desteser kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şaneya çete, piştî şopandina tevgerên wan û komkirina delîlan ku destên wan di kirinên terorîst de hene, hatine girtin.