Lukaşenko: Me koçber veguhest sînorê Polonyayê

Welatên Rojavayî, ji aloziya koçberên li sînorê Belarûs û Polonyayê asê mane, rêveberiya Mîsnkê berpirsiyar nîşan da….Serokê Belarsûê Aleksander Lukaşenko her çendî vê yekê qebûl neke jî lixwe mukir hat ku hêzên wan ên leşkerî koçber veguhestine sînorê Polonyayê.

Piştî ku bi hezaran koçberên ji Rojhilata Navîn ber bi sînorê Polonyayê ve herikîn, di navbera Berlarûs û Yekîtiya Ewrûpayê de aloz zêde bû.

Lewma Brûksel rêveberiya Mînskê ji pêla koçberiyê berpirsiyar nîşan dide.

Serokê Belarûsê Lukaşenko jî ji destpêkê ve tawanbariyên Yekîtiya Ewrûpayê red dike.

Lê herî dawî di hevpeyvîna xwe a li gel saziya ragihandinê ya Îngilîz BBC, serokê Belarûsê helwesta xwe guhert.

Lukşanko sedema herikîna bi hezaran koçberî weke endama “di-rehmiyê” binav kir û got:

Em mirovên Slav in, dilê me heye. Dibê ku em bi wan re bûne alîkar.

Li ser pirsa gelo we koçber birin ber sînorê Polonyayê, Lukaşenko got:

Li gorî min, sedî sed dibe ku tiştek wiha pêk hatibe. Eskerên me dizanin ku koçber dixwestin biçin Almanyayê. Dibe ku di vî warî de bi wan re bûne alîkar.

Polonya: Belarûs dîsa bi kamyonan mirovan tîne ber sînor

Di vê navberê de hukûmeta Polonyayê îdîa kir ku piştî veqetîna ji sînorê wan, Belarsû careke din koçber bi kamyonan anîn herêmê..

Hukûmeta Polon ragihand ku hêzên Belarûsê zor li koçberan dikin daku bikevin nava axa Yekîtiya Ewrûpayê.

Koçberên vegeriyan Başûr: Polîsên Belarûsê em xapandin

Di vê navberê hin ji koçberên Başûrê Kurdistanê yên vegeriyan Hewlêrê, anîn ziman ku wan nedixwest vegerin û gotin, polîsên Belarûsê ew xapandine.

Malpera The Telegraph (Telegraf) hevpeyvîna li gel kesên mexdûr bûne belav kir:

Ev jî nerazîbûna jina Êzdî ya binavê Zînê Xelef e.

Back to top button