Li bajarê Kobanê bi beşdariya gelek koman festîvala Arîn keziyên aştiyê dest pê kir

Festîvala Arînê keziyên Aştiyê îro li bajarê Kobanê bi beşdarriya gelek komên ji herêmên cûda dest pê kir.

Îro bi serpereştiyia desteya Çandê ya herêma Firatê bi hevkariya tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunerê li navenda Baqî xido Festîvalê dest pê kir..

Festîval ji bo bîranîna Şehîd Arîn Mîrkan ku canê xwe ji bo xelkê herêmê bi aştiyane bijî feda kir hat amadekirin…

Festîvalê, bi nîşandana Wêneyên hunerî yên zêdetirî 10 wênexêzên kantona Kobanê li hola navenda Baqî Xido hat vekirin.

Emîna Bekir cigira hevserokên Desteya Rêveber a herêma Firatê axivtina dest pê kê kir û got::

Ev festîvala yekemîne ku qale şehîdeke jiyana xwe ji bo aştiya vî miletî pêşkeş kirî dike û ji me tê xwestin em li ser xeyalên wan bimeşin…

Her wiha ji Rêveberên festîvalê û derhêner Hisên Xanî jî axivî, berxwedana li Kobanê ku Daiş têk bir bi bîr xist û got, dem hatiye em perdê li ser vê festîvala ku layiqî berxwedana Şehîd Arîne rakin..

Piştî axaftinan, bernameya Festîvalê dest pê kir..

Festîval, heta 27 Mijdarê didome û gelek kom ji herêmên cûda beşdarin..

Back to top button