Ev sê roj in li herêmn ”Bêçek’ , şerekî pir dijwar rûdide. Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku tenê di sê rojan de Rejîmê bi 171 bermîlên taqemeniyê Idlib û Hema bombebaran kir. Netewyên Yekbûyî jî diyar kir ku ji dema agirbestiya Pût-Erdogan hatiye ragihandin, şer gurtir bûye.
Çavdêriya Sûrî destnîşan kir ku ev sê roj in balafirên şer ên Rûsiya û rejîmê bombebaran li ser gundewarên Idlib û Hemayê ranewestandine.
Heta niha derdora 171 bermîlên teqemeniyê li ser gundewarên Idlib û Hemayê hatin barandin.
NETEWÊN YEKBÛYÎ:
ŞERÊ LI HERÊMÊN ‘BÊÇEK’ ŞERÊ HERÎ DIJWAR E
Têkildarî rewşa dawî li herêmê Kordînatorê Karûbarên Mirovî yên Herêmî ya Neteweyên Yekbûyî Banos Momtizîs teqez kir ku şerê di van sê rojan de tê krin, şerê herî dijwar e ku ji dema agirbestiya Pûtn-Erdogan hatiye ragihandin e.
Momtizîs diyar kir ku di encamê vî şerî de gelek saziyên sivîl bûne hedef.