Li Heleb û Şehba bo zarokan şahî hatin lidarxistin

Bi boneya roja Zarokan a Cîhanî li Heleb, Şehba û Reqayê bo zarokên şahiyên cuda hatin lidarixstin. Li Qamişlo, Hesekê û Şehbayê jî bi heman armancê daxuyanî hatin dayîn û hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li dijî herêmê nifşek ji perwerdehiyê bê par hiştiye.

Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûrî çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de Navenda Hîlala ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şahiyek ji zarokan re li dar xist.

Desteya Karûbarên Civakî û Hîlala Zêrîn jî ji bo zarokên navçeya Ehdesê şahiyek li dar xist.

Li Reqayê şahiyek hat lidarxistin

Li Reqayê jî bi heman armancê ji bo zarokan li Navenda Çandê ya bajêr şahiyek hat lidarxistin.

Bi heman armancê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê jî li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da

Rêxistinê diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe yên li dijî herêmê nifşek ji perwerdehiyê bê par hiştiye.

Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû rêxistinên ku bi zarokatiyê re eleqedar kir ku erkên xwe pêk bînin.

Li hesekê û Şehba daxuyanî hatin dayîn

Li Hesekê jî Desteya Jinan a Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şerên Çekdarî de daxuyaniyek da û got:

”Zarok pêşeroja civakan in, divê şert û merc ji bo jiyaneke ewle ji wan re bê peydakirin.”

Bi dehan zarokên herêma Efrînê jî bi heman armancê li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê daxuyaniyek dan.

Zarokan bang li hemû sazî û komeleyên mafên zarokan kir ku ji bo zarok ji zarokatiya xwe kêfxweş bibin, desteka pêwîst bidin.

Back to top button