Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Swêdê rêzehevdîtin pêk anîn

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Swêdê bi berpirs û partiyên siyasî yên Swêdî re rêzehevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinan de rewşa siyasî ya Sûriyê, êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser hatin nîqaşkirin.

Li ser vexwendina Wezareta Karên Derve ya Swêdê, nûnerên Rêveberiya Xweser li Stockholmê bi berpirsê dosyaya Sûrî Per Orinos re civiyan.

Rojeva hevdîtinê helwesta nêrîna hikumeta Swêdê û dewletên Ewrûpa yên têkildarî rewşa Sûrî û bernameya Swêdê ya piştevaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bûn.

Civîna din jî li Wezareta Karên Derve pêk hat.

Li vir awayên xebata hevbeş a ji bo herêmên Bakur û Rojhilatû Sûrî hat gotûbêjkirin.

Dîsa li nûnertiya Rêveberiya Xweser a Stockholmê, rayedarên Partiya Komunîst û parlamentera Swêdê Amina Kakabay civînek pêk hat.

Li navenda Ulf Palme jî bi armanca diyarkirina rêbazên pêşxistina hevkarî û alîkariyê civînek pêk hat.

Back to top button