Sûdan Abdullah Hemdûk li erka serokwezîrtiyê vegeriya

Li Sûdanê hêrsa gel a ku bi hefteyan e dewam dike, hişt ku artêşa darbekar hin gavan paşde bavêje. Piştî lihevkirina di navbera aliyan de, Abdullah Hemdûk li erka serokwezîrtiyê vegeriya. Di çarçoveya lihevkirinê de, wê hemû siyasetvanên dema darbeyê hatibûn girtin jî, werin berdan.

25’ê Cotmehê, artêşa Sûdanê bi darbeya leşkerî dest danî ser desthilatdariyê..

Ji wê rojê ve gelê Sûdanê navber neda çalakiyên xwe yên li dijî darbeyê û xwest careke din welat ji aliyê sivîlan ve were birêvebirin.

Berdêla vê yekê jî giran bû.

Lewma di nava mehekê de bêtirî 40 kesan ji ber destwerdana hêzên artêşê jiyana xwe ji dest da.

Hem hêrsa gel û hem jî nerazîbûna civaka navneteweyî, hişt ku artêşa darbekar gavan paşde bavêje..

Dezgehên ragihandina cîhanî îro bi koda nûçeya lezgîn, ragihandin ku li Sûdanê lihevkirin pêk hat.

Ev yek piştî civîna di navbera fermandarê artêşê Abdulfetah Burahn û serokwezîr Abdullah Hemdûk hat eşkerekirin.

Ji lîderên Partiya El Umma Fadlûlah Borma, diyar kir ku lihevkirina siyasî di navbera Burhan, Hemdûk, hêzên siyasî û rêxistinên civakî de pêk hatiye.

Li gorî vê;

Wê Abdullah Hemdûk li erka serokwezîrtiyê vegere.

Û hemû siyasetvanên dema darbeyê hatibûn girtin, werin berdan.

Her wiha hat gotin, di nava demeke kurt de wê Hemdûk dest bi avakirina hikûmeteke serbixwe bike.

Back to top button