Baz Cindirês: Dewleta Tirk dixwaze têkçûna xwe binixumîne lewma êriş dike

Ji Fermandarên QSD’ê yê Girê Spî Baz Cindirês dibêje QSD û gel wê bi hev re xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin. Baz Cindirês piştrast kir ” Dewleta Tirk ji bo têkçûna xwe veşêre êrişî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike, û n dixwaze vê têkçûyînê bi êrişan binixumîne.”

Gel bi hemû pêkhate û di hemû qadan de, li dijî gef û êrişên Tirkyeya dagirker xwedî helwestek hevpar e.

Baz Cindirês ku ji fermandarên QSD’ê yên Girê Spî ye ev gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin.

Ji fermandarên QSD’ê: Hêzên me xwe li hemberî her cûre êrişan amade kiriye

Fermandar Baz Cindirês da zanîn ku dewleta Tirk timî gefê êrişan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe û tekez kir wan hêzên xwe jinûve xistine nava pêvajoyeke perwerdeyê û amade ne.

Her wiha Baz Cindirês êrişên dawî yên bi dronan jî li dijî gelê herêmê bi bîr xist.

Ji fermandarên Girê Spî yê QSD’ê Baz Cindirês dawiyê piştrast kir divê Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bilî şervanên QSD’ê baweriya xwe bi kesî neyîne.

Back to top button