Welîd Silêman: Ne li dijî gerîla werin li dijî Tirkiyê li ser axa xwe şer bikin

​​​​​​​Malbat ji bo zarokên xwe yên di nav koma Çekdarên Roj de digirin bangên xwe didomînin. Ibrahîm Silê yek ji wan e ku bi salan e di vê komê de cih digire. Birayên wî daxwaz jê û ji hemû çekdarên vê komê dikin ku xwe kom bikin û bi hev re li bajarên xwe vegerin. 

Ji bo derketina ji koma bi navê çekdarên Roj û vegera li xaka xwe, bangên malbatên bo zarokên xwe didomin.

Malbateke din banga xwe tev li ya malbatên din dike û daxwaza vegera ji vê rêyê li kurê xwe dike.

Ev malbat jî malbata Silêman Silê ye.

Kurê vê malbatê Ibrahîm Silê ye û demek e dirêj e di vê komê de cih digire.

Birayên wî, Welîd û Faris Silêman Silê bang li birayê xwe dikin ku ji vê rêyê vegere.

Welîd Silêman dibêje “Endamên MITa Tirk û ENKS li kampa Domîz bi birayê wî Ibrahîm Silê re axivîn û ew tevlî koma çekdarên roj kirin.”

Faris Silêman: Ev kom ji bo dewleta Tirk hatiye avakirin

Birayê wî yê din, Faris Silêman Silê jî ji birayê xwe re dibêje ji bo berjewendiyên dewleta Tirk şer neke banga vegerê lê kir.

Back to top button