Wezareta Peşmergeyan: Em li hember gotinên Hulusî Akar ”matmayî mane”

Berî çend çend rojan Wezîrê Parastinî yê Tirkîyê Hulusî Akar gotibû ”Ne li vir, Ne jî li cihekî din erdnîgarîyek bi navê Kurdistanê tune ye.” Wezareta Pêşmergeyan jî piştî çend rojan daxuyaniyek da û weke ku bi tişteke nû dibîhîze got: ”Em li hember gotinên Hulusî Akar matmayî mane.” Hîn ev gotinên Hulusî Akar sar nebûyîn, vê carê jî Erşed Salih jî gef li Kurd û Kurdistanê xwar. Perlementerê Eniya Tirkmen a Kerkûkê Erşed Salihî çû bajarê nijadperestan ê Tirkiyê Sakaryayê û li wir ev got: ”Em ê vê cografyayê ji were nehêlin.” 

Wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar, berî çend rojan di axaftineke xwe de got: ”Ne livir, ne jî li ciheke din cografyayeke bi navê Kurdistanê tuneye.”

Wezareta Pêşmergeyan piştî çend rojan, îro bersiva van gotinên Hulusî Akar da û weke ku bi tişteke nû dibîhîsin got: ”Em li hember vê yekê matmayî mane.”

Hîn gotinên Hulusî Akar sar nebûne, vê carê jî Parlementerê Enîya Tirkmen Erşeh Salih yê ku bi dijminahîya xwe ya dijî Kurdan tê naskirin gef li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê xwar.

Tişta balkêş ew e ku, dema rayedarên Başûr behsa Kurd û Kurdistanê dikin û daxuyanîyan didin, rayedarên Dewleta Tirk jî di heman rojê de weke şimaqeke bersiv didin.

Erşed Salih: Enqere ji bo me çibe, Hewlêr jî ew e

Cihê ku Erşed Salih gef lê xwarî jî bi manîdare.

Erşed Salih serdana bajarê nijadperestan kir û ji wir gef li Kurd û Kurdistanê xwar û îdîa kir ku axa Başûrê Kurdistanî ya wa ne.

Erşed Salih ji Sakarya yê bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir û got: ”Gavên şaş ne avêjin, an jî wê ev erdnîgarî dê parçe bibe.

Çi dibe bila bibe, divê serwerîya vê cografyayê di destê me de be, ji ber ku ew erdnîgariya me ye.'”

Salih ku di serdana xwe de ji alîyê gelek nijadperetan ve hate pêşwazîkirin got: ”Enqere ji bo me çibe, Hewlêr jî ew e.”

Her wiha Salih di dewama axaftina xwe de dîyar kir ku ew ê qet destûr nedin ku herem bi polîtîkayên Bexda û Hewlêrê bê rêvebirin û got:

”Em ê vê erdnîgariyê ji were nehêlin, em ê bibin serwerê vê axê.”

Back to top button