ÇALAKGER OZAGAR: WIJDANÊ ME ÇALAKÎ DAYE PÊŞ ME

Li dijî tecrîdê bi hezaran mirov di greva birçîbûnê de ne û li ber sînorê mirinê ne.

Herî dawî 15 girtiyan li dijî bêdengiya heyî û bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan di 30’yê nîsanê de dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin.

Ji 15 girtiyan yek jê Vedat Ozagar ê li Girtîgeha Wanê ye.

Ozagar, nameyek şand û bal kişand ser sedema destpêkirina rojiya mirinê û got:

“Eger wijdanê mirov, ji mirov re bêje ‘temam’ nexwe gihîştiye aramiyê û di rêyeke rast de ye.

Îro wijdanê me fedakariya me dixwaze.

Ji ber vê em di vê çalakiyê de ne.

ÇALAKIYA ROJIYA MIRINÊ
ROJIYA MIRINÊ YA 15 GIRTIYAN DEWAM DIKE

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li derve û girtîgehan bi biryardariyek mezin dewam dikin.

Dewleta Tirk li hemberî daxwazên hiqûqî bêwijdaniya xwe dewam dike û guh nade daxwazên çalakgeran.

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 4’emîn de dewam dike.

Leave a Reply

Back to top button