Komalên jinên Kurdistanê: Dema jin, şoreş û azadiyê ye

25’ê Mijdarê, Roja Cîhanî ya têkoşîna li dijî tûndiya li ser jinê ye.. Bi boneya rojê, Komalên Jinên Kurdistanê ev peyam da: Dema jin, şoreş û azadiyê ye.

Têkildarî salvegera 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tûndiya li ser jinê, Komalên Jinên Kurdistanê, daxuyaniyek da.

Koordînasyona KJK’ê xwest wê li rojê li Kurdistan û cîhanê berxwedan û têkoşîna li dijî tûndiyê xurt bibe û got:

Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê re, ji Kurdistan heta Efganistan û her devera cîhanê, têkoşîn û berxwedana jinan li dijî tûndiyê bihêz dibe.

Ji Fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat heta fermandara gerîla ya Fîlîpînê Ella, ji Denîz Poyraz a Kurdistanî heta Frozan Safî ya Efxan,

Ji Îzabela ducanî ya Polon heta Sarah Everard a Îngiliz, jinên ku bi tundiya dewleta mêr hatine qetilkirin bi bîr tînin û li gorî dirûşma xwe ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ soz didin ku navberê nedin têkoşîna azadiyê.

Koordînasyona KJK’ê, Rêber Apo weke afirînerê Şoreşa Azadiya Jinê ya Kurdistanê binav kir û wiha got:

Keda Rêber Apo îro li cîhanê ji jinan hemûyan re bûye çavkaniya hêvî û serkeftinê.
Eger ew çendî rêbertiya me bûye armanc êrişa hêzên serdest, xwedîderketina wî li azadiya jinê ye.

Ji ber vê yekê weke tevgera jinê em hilweşandina sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê weke têkoşîneke xwe ya bingehîn dibînin.

KJK: Bi wêrekî û biryardarî em ê dawî li her cûreyên tûndiyê bînin

KJK’ê ragihand ku salên dawî êrişên rêjîma desthilatdariya mêr li hemberî jinê zêde bûne û wiha dewam kir:

Ji bo şikandina berxwedana jinê, rêjîma mêr ji her alî ve êrişa hebûna jinê dike.

Bi taybetî êriş li dijî jinên pêşeng têne kirin, bi vî rengî tê xwestin têkoşîna jinê û berxwedana civakî were şikandin.

Mîna Sakîne Cansiz, Leyla Agirî, Hevrîn Xelef û Zara Alvarez, jinên şoreşger têne kuştin.

Tevî vê hovîtiyê jî, jin li hemberî rastiyeke bi vî rengî têkoşîna azadiyê mezin dikin. Bi wêrekî û biryardarî xwe birêxistin dikin.

Weke şopdarên berxwedana xwişkên Mîrabel ku wate dan 25’ê Mijdarê, jin li her qada têkoşînê dengê xwe bilind dikin.

Koordînasyona KJK’ê êrişên dijminane ên Faşîzma dewleta Tirk li hemberî jinê jî bi bîr xist û got:

Rêjîma AKP-MHP’ê, ji bo tinekirina şoreşa jinê, plana DAIŞ’ê ya nîvco mayî temam dike.
Bi dagirkirina Rojava û Başûrê Kurdistanê re, mîna ku DAÎŞ’ê li Şengalê li dijî jinên Êzidî kir, polîtîkaya kolekirina jinên Kurd dimeşîne.

Li dijî vê siyaseta qirker, em bang li jinên Kurdistanî hemûyan dikin ku li dora pêngava azadiyê bibin yek û bersiva pêwîst bidin her cûreyên tûndiyê.

Ji bo azadiyê û şoreşa jinê em xwe bi rêxistin bikin.

Back to top button