HPG: Gerîllayên jin li Metînayê li hêzên dagirker dan

Gerîllayên jin ên YJA Starê li herêma Metînayê, li çeperên hêzên artêşa Tirk dan. Di vê navberê de êrişên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî rewşa şer û berxwedanê ya li çiyayên Kurdistanê daxuyaniya rojane belav kir.

Li gorî vê:

Di çarçoveya pêngava ‘Li dijî qirkirina jinê dem dema parastina civak û jin a azad e’ ya KJK’ê;

20’ê Mijdarê li herêma Metînayê, li dijî dagirkerên li Geliyê Girê Azad bicih bûne, gerîllayên jin yên YJA Starê çalakî li dar xistin.

Di vê çalakiyê de bi rengekî serketî li hedefên hatine diyarkirin hate xistin.

Navenda Ragihandin li ser êrişên artêşa Tirk jî ev agahî dan:

19’ê Mijdarê artêşa dagirker bi çekên giran qada Çemço ya herêma Zapê bombardiman kir.

20’ê Mijdarê jî li herêma Metînayê qadên Gundê Hirorê û Dola Derarê bûn armanca êrişa topxaneyên artêşa Tirk..

Back to top button