Rêber Abdullah Ocalan: ji bo rizgarkirina jiyanê rizgariya jinê ferz dibe

Rêber Abdullah Ocaln di nirxandineke xwe de diyar dike ku rêbazeke lêkolînê ya rastiya jinê bêpar, têkoşîneke azadî û weheviyê ya jinê nexe navenda xwe, nikare bigihêje heqîqetê, nikare azadî û wekheviyê pêk bîne.

Rêber Abdullah Ocalan di gelek nirxandinen xwe de baldisine ser role jine di nava civake de dibeje, kengî mirov hewl bide pirsgirêkên civakî çareser bike, divê mirov hûrûkûr li ser diyardeya jinê bifikire.

Rêbazeke lêkolînê ya rastiya jinê bêpar, têkoşîneke azadî û weheviyê ya jinê nexe navenda xwe, nikare bigihêje heqîqetê, nikare azadî û wekheviyê pêk bîne. Divê jiyana bi jinê re jî diyardeya desthilatdariya hegemonîk a bi serweriya mêr rizgar bibe. Jina ku jiyana wê di bin hukimraniyê de derbas bibe, bi zarokanînê mirovatî mîlyonan sal dewam kir, lê bi modernîteya kapîtalîst re ev xisleta wê ya zarokanînê bi awayekî îronîk dawiyê li jiyanê tîne.

Reber Apo tine ziman ku i gorî ku jiyan bê jin nabe, ji bo rizgarkirina jiyanê rizgariya jinê ferz dibe. Berevajiyê vê rastiyê jî rast e, bê mêr jî jiyan dibe, lê ew jiyan bi koletî dibe.

Rêber Abdullah Ocalan dibêje:

Jiyana bi jinê re divê ti carî weke cinsiyetparêziyeke ji bo dewamkirina xerîzeya cinsî û temendirêjiyê neyê şîrovekirinê. Çi şaristanî, çi jî modernîteya kapîtalîst jiyana cinsiyetparêz di tevahiya qadên zêhnî û sazî de neyê tesfiyekirin, bicihanîna hevjiyana azad ne pêkan e.

Rêber APO diyar kir ku kengî milkkirina jinê hat redkirin, ji cinsiyetparêziya civakî ya tê bikaranîn bi temamî bê bihurîn, di her asta civakî de wekhevî pêk tê

Civak bi tenê di van şert û mercan de dikare li gorî hevjiyaneke azad be ango dikare br bi civaka azad û ya xwedî şertên wekhev biberide. Di nava şert û mercên erênî de hevjiyana azad bi jin û mêrên nirxê xwe yê mejî û avabûnê zêdekirî re pêkan e.

Back to top button