Efrîn..Termê kesekî 75 salî ku nîşaneyên êşkenceyê li ser hate dîtin

Ji Efrîna dagirkirî, rojek bêyî revandina welatiyan û talankirina mal û milkên wan derbas nabe.
Çeteyên dewleta Tirk 2 welatî ji gundê Hêkice yê bi ser navçeya Cindirêsê revandin.Termê kesekî temen mezin ku nîşaneyên êşkenceyê li ser laşê wî bûn li ser rêya Cindêrês-Efrîn hate dîtin.
Li gundê Hec Qasima jî çeteyan êşkecen li welatiyan kir û bac li ser wan ferz kir.

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî welatiyên mayî bê navber dewam dikin.

Jin, zarok, kesên temenmezin ji hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên bê par namînin.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku termê kesekî temenmezin yê 75 salî li ser riya Cindirês Efrîn hatiye dîtin.

Hat diyar kirin nîşaneyên lêdan û êşkenceyê li ser laşê wî hatin dîtin.

Li gundê Hêkicê yê bi ser Cindirêsê 2 wealtî hatin revandin

Li aliyekî din, çeteyan 2 welatî yên bi navê Ferehdîn Ibrahîm yê 42 salî û Şêrhad Zaîm Hiso yê 30 salî bi hincetên bêbingeh ji gundê hêkicê yê bi ser navçeya Cindirêsê revandin û birin cihekî ne diyar.

Kesên ku zeytûnên xwe nabin guvaştgehên çeteayan tên êşkencekirin

Li aliyê din welatiyên ku zeytûnnên xwe dibin guvaştgehên ne din bi destê çeteyan de, rastî lêdan û êşkenceyê tên.

Malpera Efrîn Post ragihand ku çeteyan li muxtarê gundê Hec Qasima Luqman Hemîd Hesen xistin û êşkence lê kirin, ji ber ku zetyûnên xwe nebir guvaştgeha di bin destê wan de.

Çeteyan ne tenê li muxtarê gund xist, weke ceza 50 teneke zeyta zeytûnan û 1500 lîreyê Tirk li ser ferz kir, her wiha ji erka muxtariyê gund girt.

Çeteyan li gundê Şîtka yê bi ser navçeya Mabata jî bi heman sedemê li welatiyê bi navê Remezan Qaso xist û 25 teneke zeyt weke ceza lê ferz kir.

Li gorî ku hatiye belgekirin, tenê di hefteya borî de çeteyan:

9 welatî revandin, 2 welatî êşkencekirin, 3 mizgefet avakirin û 250 darên zeytûnê hatine birîn.

Back to top button