Şêniyên Hesekê: Ew ê çalakiya me dewam bike heta ku PDK ê cenazeyên şehîdan radest bike

Çalakiya malbatên şehîdan a li deriyê Sêmalka ya ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdxistine dewam dike.
Şêniyên bajarê Hesekê beşdarî konê çalakiyê bûn û kirinên PDK’ê şermezar kirin.
Şêniyan diyar kirin ku heta cenazeyên zarokên xwe bigirin dê çalakiya wan dewam bike.

Îro şêniyên bajarê Hesekê beşdarî konê çalakiyê yê li deriyê Sêmalka ji bo wergirtina cenazeyê şehîdan bûn.

Di çalakiyê de yek ji şêniyên bajarê Hesekê Aram Beşar axivî û xiyaneta PDK’ê ya li dijî gerîla şermezar kir.

Aram Beşar diyar kir ku tevî hemû bangên wan û yên malbatên şehîdan ji bo radestkirina cenazeyên şehîdan, lê PDK’ê bêdeng e.

Aram anî ziman ku PDK’ê bi van kiryarên xwe sûcên dagirkeriya dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê rewa dike.

Şêniyê bi navê Ela Memdûh jî diyar kir sedema neyekrêziya kurd û hebûna dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê, PDK ye.

Back to top button